Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala 1915an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin. Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna kurdan li herêmên cuda, dîrok, kevneşopî, çîn û şêwejiyana wan, ziman û zaravayên pê diaxivin, (dest)nivîs û berhemên wan ên wêjeyî, olên ku baweriyê pê tînin, xeysetên wan ên giştî, p ...